- Li Agiriyê hilbijartin
Li Agiriyê dengdayînê di saet 07.00an de dest pê kir.
Ji bo hilbijartina rêveberên herêmî yên ku dê 5 salên pêşiya me kar bikin, hilbijêr çûn ser sindoqan.
Li Agiriyê ji bo serokê şaredariyê û endamê meclisa giştî ya bajêr 79 hezar û 498 dengdêr li navendê û gundan rayên xwe davêjin 310 sindoqan.
Li seranserê bajêr gelek hilbijêr ji saet 07.00an şûnde ji bo dengdayînê diçin dibistanan.
Li Agiriyê dengdayînê di saet 16.00an de biqede.
- Li Norşînê hilbijartin
Li Norşîna navçeya Bitlîsê jî dengdayînê dest pê kir.
Ji bo hilbijartina Serokatiya Şaredariya Norşînê ya ku li ser îtirazan YSKyê betalkiribû û biryar dabû ku di 1ê hezîranê de bê dubarekirin, dengdêr ji saet 07.00an û şûnde çûn ser sindoqan û rayên xwe avêtin.
Li Norşînê hilbijêr dê rayên xwe bavêjin 44 sindoqan.
Li navçeya ku dengdayînê di 16.00an de bidawî bibe welatî serê sibehê zû çûn ser sindoqan û dest bi dengdayînê kirin. Welatiyan diyar kir ku piştî biryara betalkirinê ev cara duduyan e ku ew tên ser sindoqan û her wiha destnîşankirin ku kîjan partî û namzed heq dike bila ew biserkeve.