Önder Beyter
27 Adar 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Li Sariqamîşa navçeya Qersê hirçên boz ku li daristanê dijîn, çawa ji xewa çileyê hişyar bûn ji bo ku xwarinê bîter bikin berê xwe dan ser sergoya bajêr.
Hirçên boz yên Sariqamîşê yên ku ji xewa zivistanê ya 4 mehan hişyar bûn, ji bo ku tiştekî xwarinê peyda bikin bi şev diçin ser sergoyê bajêr ku li tanga Acisuya 5 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye.
Hirçên ku ji nava daristanê yek bi yek carinan jî komî ligel kudikên xwe tên ser sergo, piştî ku li vê derê zikê xwe têr dikin, cardin vedigerin daristanê.
Kordînatorê Zanistê yê Komeleya KuzeyDogayê Emrah Çoban di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ber bi dawiya meha adarê hirç ji xewê hişyar dibin.
Çoban got ku ew bi danera peykê va hirçan dişopînin ku hirç ji bo bîterkirina xwarinê tên ser sergoyê Sariqamîşê û wiha dewam kir, "Li gorî pergala jiyana wan a asayî, tiştekî ne normal e ku hirç hînî sergoyê bibin. Di encama xebateke xwe da me tesbît kir ku hin hirç li ser sergo, hin hirç li ser sergo û daristanê û beşek jê jî bi tenê li daristanê ji xwe ra li xwarinê digerin. Sergo ji bo hirçan xetereyeke pir cidî ye."
Çoban bal kişand ku daristanên Sariqamîşê bi serê xwe têra hirça nakin û lewma jî divê bi daristanên Posofê va bikin yek û wiha pê da çû:
"Bi xebata xwe ya ku em ligel Midûriyeta Giştî ya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî, Midûriyeta Giştî ya Daristanan û Midûriyeta Giştî ya Têkoşîna Dijî Çolbûn û Erozyonê dikin va em ê daristanên Sariqmîşê û daristanên Posofê bikin yek da ku hirç xwarinên xwezayî bîter bikin."