Önder Beyter
28 Adar 2019•Rojanekirin: 31 Adar 2019
Li Kadirliya navçeya Osmaniyeyê ku li Tirkiyeyê ji sedî 70yê hilberîna tiviran li vê derê dibe, rekolte û teleba îsal kir ku beşera hilberîneran xweş be.
Li navçeya Kadirliyê ku beşeke girîng a hilberîna tiviran a welêt li vê derê dibe, dawiya sezonê nêzîk e. Di pêvajoya berhevkirinê ku meha mijdarê dest pê kir da gelek karkerên çandiniyê ku piraniya wê jin in, kedeke mezin dan, tivir ji zeviyan berhev kirin da ku were ser sifreya welatiyan.
Tivirên ku bi destê karkeran yek bi yek ji erdê tên derxistin, pêşiyê di ava tazî ya hewzên li ser Çemê Savrunê da tên şûştin û dû ra ji bo ciyên cuda yên welêt tên verêkirin.
Serokê Jûra Ziraetê ya Kadirliyê Hanîfî Îspîr di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku îsal hewa gelekî sar derbas bû, sir û serma zêde bû ku ev yek jî bi kêrî cotkarên ku tiviran diavêjin hat.
Îspîr bal kişand ku şertên demsalê tesîreke erênî li qalîteya berheman kir û wiha axivî, "Salê 20 hezar an jî 30 hezar dekar erd ji bo danîna tiviran tê ajotin. Îsal demsal li gorî dilê me derbas bû. Sir û sermayê qalîteya tiviran zêde kir, ji xeynî vê yekê teleba ji bo tiviran jî zêde bû. Van yekan jî bandoreke erênî li bihayan kir."
Îspîr bal kişand ku li navçeyê bi xêra tiviran salê qedera 5 hezar kes dibe xwedî kar û emel û wiha dewam kir, "Niha tivir bi lireyekî tê firotan. Hem biha û hem jî teleb gelekî baş e. Îsal me heyfa zirara par stand. Par hem ber û berhem û hem jî biha li gorî dilê me nebûn. Lê îsal baş e. Înşelah dê salên bê jî ev yek dewam bike."
Hilberînerê tiviran Serkan Kesîkbaş jî diyar kir, sezona tiviran ku 4 meh dewam kir, baş encam da.
Kesîkbaş diyar kir ku ew ji ber û berhem û bihayan xweş in û wiha dewam kir, "Li gorî par, îsal biha gelekî baş in. Serê donimê me 5 ton ber û berhem rakir. Sezon baş derbas bû. Rûyê me keniya. Înşelah dê sala were jî wiha rind be."