Önder Beyter
02 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Li Adiyemanê hosteyê qaporteyê Mehmet Ali Guzel bi konteynera biteker ya ku bi xwe sêwirand û 30 kewarî hildide va mêşhingivan dibe herêmên ku kulîlkên wê baş in û hingiv digire.
Guzelê 45 salî ku li Sîteya Pîşesaziya Piçûk hostetiya qaporteyê dike û pê debara xwe dike, ji aliyekî va jî wekî hobî bi mozvaniyê ra mijûl dibe.
Guzel bi derfetên xwe konteynereke biteker çêkir, 30 kewar tê da bi cih kir û li çaraliyê bajêr digere û hingivê xwezayî digire.
- "Ez pergala xwe pêşniyazî hemû mozvanan dikim"
Guzel di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku qedera 5 salan e mozvaniyê dike.
Guzel diyar kir ku wî berê kewar bi destê xwe dibir û dianî û wiha dewam kir, "Ev yek hem dijwar bû û hem jî mawe zêde diçû. Lewma min konteyner çêkir û 30 kewar tê da bi cih kir."
Guzel diyar kir ku bi vê pergalê moz ji tavê aciz nabin û wiha dewam kir, "Konteyner di germê da nasincire. Moz di konteynerê da çêtir hingiv çêdikin. Ev konteyner dikare 70 kewarî hilde, lê niha tenê 30 kewar tê da heye. Ev vêga têra min dike. Her wiha gava dibînin kêfa welatiyan jî bi vê rêbaza min a mozvaniya mobîl ra diçe. Lewma ez pergala xwe pêşniyazî hemû mozvanan dikim."