10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2015
ERZURUM
Hosteyê tembûrê yê ji Erziromê Kenan Topal, di rageşiya xistina firokeya şer a Rûsyayê ya ku sînor binpê kir da ji bo ku balê bikişîne ser aştî û hezkirinê tembûra ku bi destê xwe çêkir, dixwaze diyarî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bike.
Topal, hostetiya tembûrê ji bavê xwe Îbrahîm Topal ê ku li herêmê wekî "Aşiq Dermanî" tê zanîn fêr bûye û di atolyeya xwe ya li Yakûtiyeyê digel birayê xwe 22 sal e ku vî karî dewam dike. Herwisa Topal tembûrên ku çêdike difiroşe nava welat û dervayê welat.
Topal di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wî di salên dibistana seretayî da li cem bavê xwe dest bi vî karî kir û piştî bavê xwe ev kar domand.
Topal diyar kir ku ji bo tembûran hem ji nava welat û hem jî ji dervayê welat siparîşan hildide û wiha dewam kir, "Dar diguhêze dibe enstrûman û bi salan ji bo mirovan beşdariya mûzîkê dike, ev jî min pir kêfxweş dike."
Topal bal kişand ku mûzîk zimanê hevpar ê mirovahiyê ye û enstûrmanên ku mûzîk pê tê îcrakirin jî nîşaneya aştiyê ne.
Topal got ku ew dixwaze yek ji tembûrên xwe yên herî xweş a ku bi destê xwe çêkiriye, wekî sembola aştiyê, diyarî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bike û wiha xeberda, "Ez dixwazim ku ji Pûtîn ra tembûrekê bişînim. Ji ber ku çeka me aştî û hezkirin e. Heger bixwaze emê dersa tembûrê jî bidin Pûtîn. Wê kilamên me lê bide û bibêje, wê çaxê belkî me baştir fêm bike."