Önder Beyter
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
AGRI
Hêlînên ku ji aliyê Midûriyeta Karûbarên Daristan û Avê ya Şaxa Agiriyê va li ser dîregên têlefonê yên li ser guzergeha leglegan hatin çêkirin, mêvanê xwe yê pêşîn xwedî dikin.
Leglegên ku wekî mizgîniya biharê tên qebûlkirin, ber bi Agirî û parêzgehên derdorê hatin.
Ji bo ku rê lê bigirin da ku legleg bi taybetî li ser dîregên ceyranê ku ji bo wan xetere ye, hêlînan çênekin, Midûriyeta Karûbarên Daristan û Avê ya Şaxa Agiriyê ji bo leglegan dest bi xebata çêkirina hêlînan kir.
Ekîban beriya hatin leglegan bi alîkariya Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Agiriyê li 15 cihên cuda hêlînên cuda çêkirin.
Midûrê Karûbarên Daristan û Avê yê Şaxa Agiriyê Necatî Kara di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan seba leglegan ev hêlîn çêkirin.
Kara destnîşan kir ku wan bi telîmata Waliyê Agiriyê Suleyman Elban û ji budçeya Midûriyeta Giştî ya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî li ciyên ku ji pêşda hatibûn destnîşankirin, hêlîn çêkirin û wiha axivî:
"Li ciyên guncan wekî qonaxa ewil me 15 platformên leglegan bi dîregên têlefonê va monte kirin. Li parêzgeha me vê axiriyê hejmara leglegên ku ji hêlînên xwe diketin xwarê û birîndar dibûn, zêde bûbû. Ez wer bawer im ku bi danîna van hêlînan va êdî hejmara leglegên ku dikevin xwarê û birîndar dibin wê kêm bibe. Em dibînin ku legleg tên û li ser hêlînên ku nû hatine çêkirin jî datînin ku em ji ber vê yekê pir kêfxweş in. Em wer plan dikin ku em ê ciyên hêlînên leglegan ên di nava sînorê parêzgeha me da tesbît bikin û qedera 100 platformên leglegan çêbikin."