İbrahim Atmaca
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
ERZURUM/KARS
Li Erzirom û Qersê bi şev berf barî û navenda herdu bajaran spî bû.
Berfê duh serê sibê li Erdexanê dest pê kir, bêr bi êvarê gur bû û bi şev jî vegerande bagerê û jiyan kire tengasiyê.
Navenda bajêr jî spî bû û ji bo ku ji ber berf û bagerê tengasî dernekevin rêya Qers û Dîgorê hat girtin.
Ekîbên Midûriya Herêma 18em a Rêbejan sewqî herêmê bûn û heta sibê rê vekir.
Ekîb li herêmê avêtina berfê û xoykirina rê didomînin.
- Erzirom çîl û qerqaş bû
Li Erziromê jî berf û bager bi şev gur bû û navenda bajêr spî kir.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin serê sibê berfa li ser peyarê û rêyan avêtin.
Li bajêr berfê ser wesayît û çêrê girt, welatî ji ber berfa ku di meha nîsanê da barî şaş û metel man.
Welatiyan berfa ber mal û kargeha xwe avêt, ekîbên şaredariyê jî berfa tax û kuçeyan diavêjin.