Önder Beyter
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
HAKKARÎ/VAN
Li Hekarî û Wanê ku gelek kes debara xwe bi xwedîkirina pez dike, êdî bêrîvan wê hilkişin zozanên ku ji ber xetereya terorê heta niha li bêrîvanan hatibûn qedexekirin.
Li Hekariya ku di warê xwedîkirina pez da ciyekî wê yê girîng heye, bêrîvan ji bo biharê amadekariyên xwe didomînin. Piştî ku Wezîrê Karên Derva Suleyman Soylu hefteya çûyî Hekarî ziyaret kir û li wir ragihand ku zozanên ku heta niha ji ber ewlekariyê li bêrîvanan hatibûn qedexekirin, wê ji bo xizmeta gel werin vekirin, kêfa gelê deverê pir xweş bû.
Bêrîvanên ku bi hatina biharê ra amadekariyên xwe dikin da ku hilkişin zozanan, êdî ji ber ku berf heliyaye pezê xwe berdidin derva û herwiha pezê xwe li biniya gund diçêrînin.
Bêrîvan Necmettîn Daran di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew biheyecan li bendê ku derkevin zozan.
Daran destnîşan kir ku pezê ku li zozan diçêre, çêtir e û wiha dewam kir:
"Heger ev pez di gulan û hezîranê da dernekeve zozan, wê heşir be. Jixwe em debara xwe jî bi bêrîvanî û cotkariyê dikin. Em di vê demsalê da pezê xwe derdixin zozanan. Em diçin û teseliya wan deran dikin. Em 4 mehan li zozan dimînin û pezê xwe lê diçêrînin. Li gundan welatî pir dixwazin derkevin zozanan. Ji ber ku zozan ji bo pez pir qenc e. Hewa û ava wê cuda ye. Ez spasiya Serokomarê me û spasiya herkesî dikim."
Serokomar Erdogan di 23yê Berfanbara 2017an da di Kongreya Partiya xwe ya Parêzgeha Hekariyê da ragihandibû ku qedexeya derketina zozanan a ku ji ber ewlekariyê ev demeke dirêj e dewam dike, wê were rakirin.
- "Maliyet wê kêm be, heywandariyê bi pêş bikeve"
Serokê Jûra Ziraetê ya Wanê Hasan Ozgokçe diyar kir ku wan beriya niha gelek carî ew yek anî ziman ku divê qedexeya ser zozanan were rakirin.
Ozgokçe bal kişand ku bêrîvan û kesên ku bi heywandariyê ra eleqedar in, bi salan e li benda wê rojê ne ku qedexeya ser zozanan rabe. Ozgokçe herwiha spasiya wan kesan kir ku di rabûna qedexeyê da keda wan çêbûye û wiha bal kişand, "Maliyet wê kêm be û heywandariyê bi pêş bikeve. Ji ber hindê vebûna zozanan ji bo herêma me pir girîng e."