16 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê ji bo ciwan nekevin nav tiştên xirab û tundiyê dest bi seferberiya sporê kirin.
Midûra Spor û Ciwaniyê ya Navçeyê Sevgî Lordoglu daxuyniyek da nûçegihanê AAyê û got armanca wan ew e ku ciwanên ku kêrî civatê bên perwerde bikin.
Lordoglu wiha axivî:
"Di vê çarçoveyê me gelek ciwan ji bo branşa gulaş, atletîzm, basketbol û voleybolê hilbijartin. Emê bi mamosteyên ku di bêşên xwe de pispor in van hemû ciwanan perwerde bikin û ji kolanan dûr bixin."