16 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê par li navçeya sûrê ji ber êrîşên terorê dengê çek û teqînan deng vedidan. Lê niha piştî ku aramî û ewlekarî pêk hat Sûrê deriyê xwe li ber xwendekarên zanîngehê yên ku dixwazin kêfa paraşûta berpalê bikin, vekir.
Li navçeyê li dijî PKKyê di 28ê Mijdara 2015an da operasyon hatibû destpêkirin û herwiha 103 roj ajotibû. Piştî ku operasyon di 9ê Adara 2016an da bi dawî bû, bi alîkariya dewletê texrîbata terorê tê saxkirin.
Endamên Klûba Hewageriyê ya Zanîngeha Dîcleyê aramiya li navçeyê wekî firsend dinirxînin û herwiha ji bo paraşûta berpalê tên Çiyayê Qirxlarê.
Li vir herwiha paraşûtvan derfeta temaşekirina mekanên dîrokî û dîmena xweş a xwezayê dibînin.
- "Li başûrê rojhilat fealiyeteke pir kêm e"
Serokê Klûba Hewageriyê ya Zanîngeha Dîcleyê Veysel Îpek di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li Diyarbekirê ji bo paraşûta berpalê mekanên guncaw hene.
Îpek diyar kir ku li parêzgehê 6 sal e aktîvîteyên wekî paraşûta berpalê, firokeya modêl û drone tên kirin û seba paraşûta berpalê jî ew Çiyayê Qirxlarê tercih dikin.
Îpek wiha got: "Ev çalakiyeke ku li Rojhilatê Anadoluyê kêm tê dîtin e. Ji ber vê ciwan ji bo dîtina vê perwerdeyê herî zêde diçin Eskîşehir, Stenbol an jî Fethiyeyê. Em ji bo vê daxwazê li vê derê alternatîfek in. Hejmara ciwanên me zêde ye. Xwendekarên îlahiyat, tip, doxtoriya diranan, endazyarên makîneyan û gelek bêşên din tên kulûba me."
Îpek destnîşan kir ku jin jî bi paraşuta berpalê difirin û got, "Kesên ku hevalên me yên jin dibînin şaş û metel dimînin. 8 endamên me jin in."
Îpek diyar kir ku li herêmê bi rihetî bi paraşuta berpalê difirin, di sala 2014an da jî li Çunguşa navçeya Diyarbekirê festîvala siruştê a ewil li dar xistin.
Îpek got kesên ku hatin festîvalê pêşiyê di fikaran da bûn û wiha axivî: "Çaxa ku ji derva mêze dikin vê derê wek herêma terorê xanê dike. Ji ber ku teror tê bîra merivan di însanan da pêşdarazî çêdibe. Em ji bo paraşuta berpalê diçin çil û çiyayê bêdeng."
Îpek bal kişand ku bi hin xebat û piştgiriyan va paraşuta berpalê ew ê tevkariyê bide tûrîzma Diyarbekirê, bilindahiya Çiyayê Qirxlarê 40 metre ye û çaxa ku bayekê rind hebe meriv dikare 2-2,5 saetî bifire.
Îpek got ku Çiyayê Qirxlarê li ciyekî girîng e, kesên ku ji bo paraşuta berpalê bên herêmê ew ê li ser rêça dîrokî bifirin.
Îpek diyar kir ku ew ê çalakiyên wiha bidomînin û got, "Çaxa ku difirin ciyên dîrokî dîmenên xweşik derdixin holê. Em li benda kesên ku dixwazin bi paraşuta berpalê bifirin bên Diyarbekirê. Bira ji bo hatina vê derê nekevin fikaran û netirsin. Em bi salan e li vê derê vê sporê dikin."
Hamza Ariyê xwendekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dicleyê destnîşan kir piştî bûye endamê kilûbê ji beşên din jî gelek xwendekar nas kiriye û got ev werzişeke gelekî bikêf e.
Kadriye Kurtara mamosteya dibistana seretayî jî diyar kir dema xwendekariya zanîngehê perwerdeya vê werzişê hildaye û got niha jî di bin banê vê kilûbê da xebatên xwe didomîne.