Önder Beyter
07 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2019
Li Rihayê ku yek ji bajarên herî germ ên Tirkiyeyê ye, germahiya ku di ser asta pileyên asayî yên demsalê ye, herî zêde tesîrê li kesên ku li derva li ber tavê an jî li hundir li ber agir dixebitin, dike.
Li bajarê Rihayê kelekela havînê li ser jiyana rojane zehmetiyeke mezin dike. Nava rojê germahî ji 40 pileyî derbas dibe û herwiha ev yek dike ku jiyan ji bo hin komên pîşeyî zehmetir derbas bibe.

Paleyên zeviyan, karkerên li ser rê û dirban û herwiha xebatkarên firûnan hem li hemberî kelekela havînê li ber xwe didin û herwiha hem jî li bemberî zehmetiyên pîşeyê xwe li ber xwe didin.
Paleyên ku di zeviyan da dixebitin, şewqe didin serê xwe û bi vî awayî hewl didin ku xwe ji tesîra tavê biparêzin.
Îzzet Demîr ku li kirê Taxa Orencîkê di zeviya xwe da dixebite, bersiv da pirsên rojnamegerê AAyê û diyar kir ku ew serê sibehê tên zeviyê û dixebitin, gava dibe nîvro jî navberê didin.
Demîr diyar kir ku ji bo ku keda wan badilhewa neçe, ew li ber tavê dixebitin û wiha dewam kir, "Gava em dixebitin, germahî gelekî zorê dide me, ji ber vê jî em şewqe didin serê xwe û gelekî avê vedixwin. Em rojê 4 lître avê vedixwin."

Di şertên havînê da karkerên asfaltê jî pir zehmetiyê dikişînin.
Mustafa Ozer ku di karê asfaltkirina kolan û kuçeyên bajêr da dixebite, bal kişand ku bi taybetî ew danê nîvro gelekî aciz dibin.

Ozer diyar kir ku hem hewa û hem jî asfalt germ e û wiha dewam kir, "Gava tesîra herduyan tê cem hev, em gelekî aciz dibin. Em tî û ziha dibin. Em jî gelekî avê vedixwin, dew vedixwin an jî şewqe didin serê da ku tesîra tavê hinekî bişikê. Em di vê kelekela havînê da dixebitin."
Adnan Demirel ku li navenda bajêr di firûnê da dixebite, bal kişand ku havînê xebata li ber agir gelekî zehmet e.