İbrahim Atmaca
08 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Li Xelata navçeya Bidlîsê welatiyên ku ji germa havînê aciz bûn, berê xwe dan qeraxên Gola Wanê.
Îsal endamtiya Xelatê ya "bajarê aram" hat qebûlkirin. Hejmara ziyaretvanan zêde bû û qeraxên Gola Wanê jî qerebalixî heye.
Welatî ji bo ku hênik bibin qeraxên navçeyê tercîh dikin û di Gola Wanê da avjeniyê dikin.
Îlhamî Amaratê ku ji Bulanika navçeya Mûşê hatiye Xelatê got ku qerax pir paqij in û wiha dewam kir, "Ev der qasî qeraxên Ege û Behra Spî heye."
Ji welatiyan Cem Yildiz jî got ku Xelat bi dîrok û qeraxên xwe va hêjayî cihê dîtinê ye.