08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 16 Hezîran 2017
BITLÎS
Şaredariya Guroymakê di çarçoveya piştgiriya perwerdeyê da li hewşa 25 dibistanên seretayî û navînî yên li navçeyê, parka leyîstinê çêkir.
Şaredar û Qaymeqamê Guroymakê Ufuk Ozen Alibeyoglu di çarçoveya xebatên warê perwerdeyê da li hewşa 25 dibistanên li navçeyê bona zarokan parka leyîstinê da çêkirin.
Alibeyoglu der heqê parkên ku li hewşa dibistanan hatin çêkirin da agahî da û destnîşan kir ku çi Qaymeqamtî çi jî şaredarî ew li navçeyê gelekî girîngiyê didin perwerdeyê.
Alibeyoglu diyar kir ku di çarçoveya xebatê da wan li navçeyê li hewşa 15 dibistanên seretayî û navîn parka leyîstinê da çêkirin û wiha pê da çû, "Çi Qaymeqamtî çi jî şaredarî em li navçeyê gelekî girîngiyê didin perwerdeyê. Ji bo vê yekê jî di warê veberhênanên perwerdeyê da çi ji destê me tê, em dikin. Di vê çarçoveyê da jî wekî qonaxa ewil me li hewşa 25 dibistanên seretayî û navîn yên li navçeyê parkên leyîstinê dan çêkin. Ez bi vê wesîleyê parkên leyîstinê li dibistan û xwendekarên me pîroz dikim."