12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 12 Hezîran 2017
BÎTLÎS
Li Tetwana navçeya Bidlîsê welatî piştî fitarê diçin devê Gola Wanê û bêhna xwe didin.
Welatî piştî ku fitara xwe dixwun bi malbatî diçin li ber Gola Wanê heta paşîvê dimeşin, muzîkê guhdar dikin û dema xwe xweş derbas dikin.
Welatiyekî bi navê Metîn Peynîr got heta paşîvê li ber peravê qerebalix çêdibe û wiha axivî: "Êvaran mirov tên li vir. Heta derengê şevê bi malbatên xwe va bi kêfxweşî û aramî digerin."
Dogukan Îçenê ku li ber golê xwedî kargehekê ye jî got parkên ku ji hêla şaredariyê ve hatine çêkirin baş tên bikaranîn û wiha dewam kir: "Welatiyên li Bidlîsê û navçeyan dijîn dema xwe li vir derbas dikin. Ji bajarên din jî gelek kes tên. Xwedê ji wan razî be em li vir kêfxweş in û aram in."