Cüneyt Çelik
08 Sibat 2022•Rojanekirin: 11 Sibat 2022
Li ser Gola Çildirê ya di navbera Qers û Erdexanê da perwerdeya ajokariya wesayîtan dest pê kir.
Şirketa wesayîtan a xwest wesayîtên xwe bide nasîn, wesayît û lastîkan di şertên zivistanê da biceribîne li parkurên dora Qersê wesayîtên xwe dide ajotin. Şirket perwerdeya ajokariya li ser cemedê dide mişteriyên xwe yên ji çaraliyên Tirkiyeyê hatine.

Perwerdeya şirketê ya li ser gola cemidî ew ê du rojan dewam bike.
Elîf Tancaya kordînatora ekîbê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li ser Gola Çildirê ya di navbera Qers û Erdexanê da ne kelecanî ne.
Tancayê diyar kir ku Bîtcî Racîng hem taxima pêşbaziyê ye hem jî saziyeke perwerdeyê ye û wiha pê da çû: "Ev 7 sal e em di pêşîkêşiya Îbrahîm Okyayê direktor da vê perwerdeyê didin. Îbrahîm beg 10 caran bû şampiyonê Tirkiyeyê û werzişvanê neteweyî ye. Em li vê derê bi wesayît û lastîkên minasib va pîvanên xwe dikin û perwerdeyê didin. Em bi destûr û kontrola Walîtiya Qersê va perwerdeyê didomînin."

Tancayê diyar kir ku beşdar li ser cemedê wesayîtê diajon û dibin xwedî tecrube û wiha axivî:
"Em dixwazin ajokariya ewle rayê merivan bidin. Em niha li ser cemeda 50 santêmî ne, lê em cemedê jî dipîvin. Me îsal dît ku qelîteya cemedê zehf baş e. Em jî xebata xwe didomînin. Ajokarên me yên şampiyon li vê derê ne, agahiyên teknîka ajokariyê didin. Li vê derê lastîkên zivistanê tên bikaranîn."

Turîstên xwecî û biyanî yên ji bo li xizanga hespan siwar bibin hatine vê derê jî eleqe nîşanî perwerdeyê dan.