Sefa Şahin
12 Nîsan 2023•Rojanekirin: 12 Nîsan 2023
Tê payîn ku li rojhilatê Diyarbekirê sibê piştî nîvro tavî û teyrok çêbibe.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, tavî û teyroka ku li Diyarbekirê tê payîn, wê tesîra xwe li navçeyên Qulp, Hezro, Farqîn, Bismil, Licê, Hanî û Kocakoyê nîşan bide.
Ji ber rabûna lehiyê, birûsk, zîpik, bager û bahozê û seba çûyîn û hatinê divê meriv baldar û bi tevdîr bin.