Haydar Şahin
05 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
BITLÎS
Li Adilcewaza navçeya Bidlîsê Mehmet Saît Çiplakê ji dilê xwe nexweş e ji ber berfa ku barî li gund mehsûr ma, piştî xebata ku 8 saetan li ber xwe da Çiplak gihandin nexweşxaneyê.
Çiplakê nexweşê dil ê 80 salî yê li Kisikliya gundê Aydinlara bajarok jiyana xwe didomîne aciz bû, ji ber ku rêya gund ji berfê hat girtin nikaribûn Çiplak bibin nexweşxaneyê li ser vê eqrebeyên wî ji rayedaran alîkarî xwestin.
Li ser îxbarê ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê ji ber ku rê girtî ye haya Ekîba Xilaskirinê ya Medîkal a Neteweyî (UMKE) pê xistin.

Ekîb hetanî ciyekî bi wesayîtan hatin paşê di sermeya ku meriv diqefiland da qasî 3 saetan meşiyan û midaxeleyî nexweş kirin.
Piştî ku makîneyan rê vekirin ekîbên tenduristiyê hatin gund û Çiplakê kal bi ambûlansê rakirin Nexwşxaneya Dewletê ya Adilcewazê.
Serhekîmê Serwêsa Acil a 112ê ya Bidlîsê Samet Akar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Çiplakê êşa singê dikişîne, hişê wî tevlihev dibe û nexweşiya tansiyonê pê ra heye piştî midaxeleya ewil sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê kirin.
Omer Daşdemirê berpirsyarê UMKEyê ya Bidlîsê jî diyar kir ku bi ekîba ji 5 kesan pêk tê va tevlî operasyona xilaskirinê bûn û wiha axivî: "Em qasî kîlomêtreyekê bi wesayîtê çûn lêbelê ji ber ku wesayît di berfê da çik bû em 3 saetan meşiyan û çûn cem nexweş. Bi xebata kêmzêde 8 saetan li ber xwe da me Çiplak rakir nexweşxaneyê."