Haydar Şahin
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2018
KUTAHYA
Li Kutahyayê karkerên şitilkirinê yên ku hilpaskî çamên bilindahiya wan digihêje 40 mêtreyî dibin di mesaiya dijwar da rojê 15-20 daran şitil dikin
Li herêmên Midûriyeta Herêmê ya Daristanan nîşan didin li ser hewcedariyê di salê da 2 hefteyan karker di çavdêriya endezyaran da çamên pîr bûne şitil dikin.
Karker ji bo şitilkirina daran pêlavên ji hesin hatine çêkirin pê dikin û hilpaskî darên çamê dibin û daran şitil dikin.
Li herêma Emetê di çarçoveya xebatên li 50 hektarî dimeşînin da ji bo şitlên teze û darên can bi rihetî bigihêjin ronî û tavê û di dema jêkirinê da zirarê nebînin darên emrê wan ji 100 salî derbas bûne tên şitilkirin.
Alî Fîdanê (58) li gundê Qetrandaxiyê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wekî gundiyên li daristanê bi peretî karên li daristanê da dixebitin.
Fîdan diyar kir ku 30 sal e vî karî dike û wiha pê da çû:
"Ez li Eskîşehirê beşdarî qursê bûm û min sertîfîkaya şitilkirinê sitand. Em her sal li daristanê darên ji 100 salî mezintir ên destûra jêkirina wan hatine dayîn şitil dikin. Piştî tevdîrên ewlehiyê hildidin em hilpaskî darên bilindahiya wan 40 mêtreyî dibin. Dema hilpaskî darên zehf bilind dibim û digihêjim nîvê darê zehf ditirsim, mêze dikim ku gel jêr nêz e an jor. Paşê dîsa hilpask dibim. Piştî ku derdikevin serê darê jî bi bireka biceyran va şitlan jê dikim. Bi vî awayî tevkariyê didin mezinbûna şitlên teze û darên can."
Ji tirsa birûskê têlefonan hilnadin ba xwe
Fîdan got di salê da bi tenê 2 hefteyan vî karî dikin û wiha axivî: "Ez di rojê da 15-20 darî şitil dikim. Ji ber ku rîska wê zêde ye û karekî zor e hejmara kesên vî karî dikin kêm e. Berê gelek kesan heman kar dikir lê êdî dev jê berdan. Li herêma me bi tenê 3 kes vî karî dikin. Em rojên bi baran naxebitin. Ji ber tirsa birûskê têlefonan bi xwe ra naynin."
Nurettîn Çayirê (42) Serokê Koperatîfa Pêşketina Cotkariyê ya Qetrandaxiyê jî got ku 20 sal e vî karî dike, kesên ku ji bilindahiyê ditirsin dibê vî karî nekin.
Kelecanî û tirs
Çayir ku haya wan ji rîskan heye û li gor vê hilpaskî daran dibin û wiha pê da çû:
"Hem zor e hem jî başiyên wê hene. Dema vî karî dikin di nav tebîetê da ne. Ya herî xweş jî ew e ku dema derdikevin serê darê dîmenên xweşik derdikevin pêşiya merivan. Hilpaskbûna serê darê hesteke cuda ye. Meriv bi xwe bawer dike. Dema derdikevin serê darê meriv dikeve nav fikaran."
Wekî mayîn darên tên jêkirin jî teslîmî Midûriyeta Herêmê ya Daristanê dikin.