17 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Abdulhakim Karasapanê ku li Şanliurfayê hostayê tizbiyê yê ev 20 sal e karê bavê xwe didomîne û kapên lîstika almanî ya ji kehrîbara osmanî hatine çêkirin yekoyek neqş dike û ji wan tizbiyên antîka çêdike.
Karasapanê 33 salî di atolyeya xwe ya Gumrukhana li Çarşiya Haşimî ya Dîrokî hostayê hunerên destkariyê ye di heman demê da jî 20 sale pîşeya bavê xwe dike. Hosta ji bilî kehrîbaran ji dara zeytûn, gul û darçînê tiştên din jî tizbî çêdike.
Di nav karên Karasapan dike da jî bi taybetî tizbiyên zarên lîstika almanî ya ku ji kehrîbara osmanî hatine çêkirin balê dikşînin. Ev tizbiyên li ser siparişên taybet ji zarên lîstika almanî tên çêkirin di navbera hezar û 10 hezar lireyî da tên firotin.
Hosteyê tizbiyan Karasapan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di 13 saliya xwe da çêkirina tizbiyan ji bavê xwe hîn bû, xwe pê ra gihand û bû hosteyê vî karî.
Karasapanê ji ber meraqê dest bi vî karê bavê xwe kir û 20 sal e jî didomîne got: "Ji bo çêkirina tizbiyê sebir lazim e, karakî xweş û bi zehmet e. Bi sêwirandineke xweş mirov perekî baş ji tizbiyê qezenc dike. Ez vî karî ji bavê xwe û hostayan hîn bûm. Bere bere min jî di vî karî da xwe pêşva bir û ji melzemeyên cihê cihê tizbî çêkir. Niha tizbiyên herî biqiymet ji kehrîbara ku em jê ra dibêjin kehrîbara osmanî ne. Kehribarên niha orijînal nînin. Niha kehrîbarên orijînal peydakirin pir zehmet e. Herî zêde ew ji eşyayên berê derdikevin. Mesela ew zarên lîstiyê yên almanî yên heyama osmanî, destiyên gopal û sîwanokan ji kehrîbarê hatine çêkirin."
- Melzeme ji mişteriyan çêkirin ji hosta
Hosta Karasapan diyar kir ku tizbî meraqeke biha ye û bi taybetî jî li ser daxwazê tên çêkirin û wiha dewam kir: "Meraqdar melzemeya tizbiyê peyda dikin û tînin û ez jî ji wan ra dikim tizbî. Ev kapên lîstika almanî ya ji kehrîbara osmanî pir bi qiymet in û kesê meraqdar diçe wan ji xwe ra peyda dike tîne û em jî bi ked û xebata xwe wan hûr hûr neqş dikin û jê tizbî çêdikin. Ji bo ku ez ji kapên almanî tizbiyekî çêkim bi qasî hefteyekê pêra eleqedar dibim. Grama kehrîbara osmanî li gor qelîteyê ji 100 lîreyî dest pê dike. Heba tizbiya ji vî melzemeyî tê çêkirin jî di navbera hezar û 10 hezar lireyî da tê firotin."