17 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Piştî nivêja înê li mizgeftan ji bo barîna baranê dia hat kirin.
Li Şanliurfayê ev demek e baran nabare û ji ber vê yekê li hemû mizgeftan ji bo barîna baranê dia hat kirin.
Melayê mizgefta Pêxemberan Şukru Ozdenîz daxuyand ku ev demeke dirêj e baran nabare û av ji bo jiyanê û heywanan îxtiyaceke mezin e.
Ozdenîz piştî axaftina xwe bi cimaetê re dest bi diayê baranê kir.