Haydar Şahin
05 Tebax 2017•Rojanekirin: 06 Tebax 2017
IGDIR
Mamoste Aliyê ji Îdirê neçû tetîlê di dewsa wê da li ser dîwarê korîdorên xwendingehê formulên ku zarok nikarin ji ber bikin nivîsî.
Alî Kayayê mamosteyê Dibistana Navîn a Mamosteyê Şehîd Şevkî Akgun a li Taxa Erhaciya Jêrê li ser dîwarên xwendingehê formulên matematîkê û lehengên xêzefîlman xêz kir.
Kaya mijar û formulên tirkî, matematîk, zanistên civakî û zanistên fenê yên ku xwendekar nikarin bi hêsanî ji ber bikin li ser dîwaran xêz kir û dibêje xwendekarê bi saya van xêzan hêsan hîn bibin.
Kayayê ku meh û nîvek e li ser dîwaran resman xêz dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 4 sal berê li xwendingehê dest bi kar kir, mamostetî ji bo wî çavkaniya rûmet û kêfxweşiyê ye.

Kaya got hem ji bo ku dîwar kaw xanê bikin hem jî xwendekar bi hêsanî dersên xwe fehm bikin tiştekî wiha kiriye û wiha axivî: "Em bi mamosteyên xwe şewirîn û me biryar da ku van dîmenan xêz bikin. Min formulên ku xwendekar nikarin bi hêsanî hîn bibin li ser dîwaran xêz kirin da ku bi kêrî wan werin. Xwendekar ew ê di navbera dersan da van bibînin û agahiyê di hişê wan da bimînin."
Kaya destnîşan kir ku li ser mijara bîra piralî lîsansa bilind kiriye û wiha pê da çû: "Em van agahiyan li xwendingeha xwe tetbîq dikin. Hedefa xebata me hînbûneke mayînde ye. Em xwendekaran teşwîqî hînbûnê dikin. Ez bi karê xwe kêfxweş dibim. Çaxê ku xwendekarên me vê bibînin û kêfxweş bibin ez ê jî kêfxweş bim."
Kaya got ku xwendekar, mamoste û dê û bavên xwendekaran xebatên wî diecibînin û got, "Xwendekar ku ji xebatên min tiştekê hîn dibin ez kêfxweş dibim."
- Meh û nîveke tetîla xwe ya havînê li xwendigehê derbas kir
Midûrê Xwendingehê Erkan Çigdem jî got ku di saya xebatên Alî Kaya da xwendingeha wan kaw xanê dike û feydeya agahiyên ku li ser dîwaran hatine xêzkirin ew ê bigihêje zarokan.
Çigdem diyar kir ku mamoste Alî meh û nîveke tetîla xwe ya havînê li xwendigehê derbas kir ku dîmen û formulan li ser dîwaran xêz bike.