Nihat Kavşut
05 Tebax 2017•Rojanekirin: 06 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekir Yusuf Altundalê 22 salî sarinceke xurde kirî û wek makîneya kurkê diemilîne û ji hêkan cûcikan derdixe.
Altundalê li navçeya Bismilê dimîne û di înşeatan da karê ceyranê dike hewl dide ji bona cûcikên mirîşkên sûsê makîneya kurkê bikire. Ji ber ku bihayê makîneya kurkê li derdora 5 hezarî ye û biryar dide bi derfetên xwe makîneya kurkê çêke.

Yusuf Altundal bi 50 lireyî sarinceke nofrost ya xurde dikire û bi melzemeyên din makîneya kurkê bi 750 lireyî çêdike.
Altundal dixwaze makîneya kurkê mezin bike û pêşva bibe.

Yusuf Altundal ji bona xebata xwe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji zarokatiya xwe va eleqeya wî li ser mirîşkên sûsê heye û wiha got: "Makîneyên kurkê li derûdora 5 hezar lireyî bûn. Min sarinceke xurde bi 50 lireyî kirî û tevî melzemeyên din makîneyeke bi 750 lireyî çêkir."
Altundal diyar kir makîneyeke otomatîk çêkiriye û wiha got: "Di 18 rojan da 270 cûcik ji hêkê derdikevin."