Gulistan Bekmeza ku li Batmanê şivantî dikir û ji bo tîma neteweyî ya atletîzmê hat hilbijartin, niha dixwaze di Şampiyoniya Reva Çiyê ya Dinyayê madelyeyê qezenc bike.
Bekmez ji bo Şampiyoniya Reva Çiyê ya Dinyayê ku wê di 16-19ê îlonê da li Londraya Îngilistanê were kirin, dixebite. Gulistan rojê 8 saetan dixebite.
Bekmez heta niha beşdarî 99 pêşbirkên xwemalî û neteweyî bû. Gulistan bi bûrsa ku distîne jî alîkariya malbata xwe dike.
Bekmeza ku li Dibistana Bilind a Perwedeya Bedenê ya Zanîngeha Batmanê da beşa mamostetiya perwerdeya bedenê dixwîne wiha got: "Ez heta niha tevlî 99 pêşbirkan bûm û bi ser ketim. Ez dixwazim li Londrayê jî bi ser kevim."