Endamên PKKya rêxistina terorê li Kozluka navçeya Batmanê gule berdan Qereqola Jendirmayan a Gumuşorguyê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin komeke terorîs bi çekên lûledirêj gule berdan qereqola jendirmeyan a li navçeyê.
Ji ber ku hêzên ewlehiyê bertek nîşan dan terorîst ji herêmê reviyan.
Di êrîşê de tu kes nemir û birîndar nebû. Ji bo ku terorîstên ku reviyan bên girtin li herêmê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.