Patrîcîa Francîs Wîllîamsa ku li Îngiltereyê dijî hat Qiziltepeyê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeya navçeya Mêrdînê emeliyata estetîkê bû.
Mîchael Jayê serokê ekîba "Projeya Alîkariya Teknîkî ya Pêşvabirina Tûrîzma Berdewamî ya li Mêrdînê" ya ku bi destê Walîtiya Mêrdînê û Yekîtiya Ewropayê pêk tînin ji vir demekê berê hatibû Qiziltepeyê û ji pişta xwe emeliyat bibû.
Doxtoran gilêya di pişta Jay da bi emeliyatê hildan û Jay gelek memnun bû û li ser vê yekê havala wî ya Patrîcîa Francîs Wîllîams (68) jî hat navçeyê û ji serûçavên xwe emeliyata estetîkê bû.
Wîllamsê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Dr. Nîhal Uzuna Ceraha Estetîk û Rekonstruktaf a Plastikê emeliyata wê kir û wiha pê da çû: "Ji bo vê nexweşxaneya li Mêrdînê ez bi tenê tiştekî dibêjim 'mikemel' e. Li vê derê cerahên serkeftî hene û gelekî rind emeliyat dikin, ez kêfxweş im."
Jay jî destnîşan kir ku kêmasiya xizmeta ku li vê derê didin ji ya ku li Ewropayê didin tune.
Çelebiya Eraha Estetîkê jî wiha got: "Di li Qiziltepeyê gelek emeliyatên cerahiya plastîkê dikin. Ev cara ewil e ku ez li Mêrdînê nexweşeke biyanî dibînim. Ji ber ku zimanê ingilîzî dizanim qet di tengasiyê da nemam, me bi hêsanî têkilî danî."