Ji 80 kesên ku beşdarî qursa pîşeyê ya ku bi tevkariya Odeya Sifirker û Sedefkaran a Gazîantebê û ÎŞKÛRê ve, hat vekirin 60 wê jin in.
Odeya Sifirker û Sedefkaran a Gazîantebê ji bo çanda sifir û sedefkariyê neyê jibîrkirin hewl dide ku hosteyên nû bigihîne û ji bo vê qurs vekir. Hat destnîşankirin ku herî zêde jin eleqeyê nîşanî qursê didin.
Jin tên navenda perwerdeyê, li vir him hînî karîgeriya sifir û sedefê dibin him jî rojane 20 tlyî qezenc dikin.
Serokê Odeya Sifirker û Sedefkaran a Gazîantebê Celal Açik ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wan cara ewil di sala 2009an de qursek vekir û dîtin ku bi qasî mêran jin jî eleqeyê nîşanî kursê didin.
Açik got ku heta îro nêzî 300 kesan beşdarî qursê bûn û ji wan kesan nêzî 100 kesî karxaneya xwe vekir. Açik got: "Divê karê sifir û sedefê neyê jibîrkirin. Di vê mijarê de çi dikeve ser milên me em dikin. Niha em qursê didin gelek kesan. Di qursa vê serdemê de hejmara jinan zêdetir e. Ji 80 şagirtan 60 jin in."
Emîne Aya (37) ku digel zaroka xwe tê navenda perwerdeyê got ku ew nêzî salekê ye ku bi karê sifirê re eleqedar dibe û wiha axivî: "Ez dixwazim di vê qadê de xwe bipêş bixim. Ez li vir him hînî kar dibim him jî pere qezenc dikim."