Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî ya ku Serokatiya Karên Diyanetê weşand, li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê ku zêdetir gelê kurd dijî, karê wezîfedarên dîn hêsan kir.
Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî piştî xebateke ku 5 salan dewam kir, 10 hezar heb hat çapkirin û ji ber eleqeya gel di demeke kurt da qediya. Ji bo çapa duyem jî xebatan dest pê kir.
Miftiyê Rihayê Îhsan Açik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "500 mealên ku şandin, di demeke kurt da qediyan."
Açik diyar kir ku ji bo çapa duyem vê gavê 3 hezar meal xwestine.
- Yên ku kurmancî dizanin kêfxweş bûn
Alîkara Miftiyê Rihayê Şadiye Yilmazê destnîşan kir ku bi taybetî jî li herêmê ji bo jinên kurmancî dizanin girîngiya mealê mezin e.
Yilmazê diyar kir ku jinên li herêmê kêfxweş in ku Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî dixwînin û got divê di warê kurdî da xebatên dînî zêde bibin.
Yilmazê destnîşan kir ku Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî karê wezîfedarên dîn hêsan kir û wiha peyivî: "Heta niha meala bi tirkî hebû, niha jî ya bi kurdî heye. Ji bo karê me jî ev muhîm e. Karê kesên weza didin rehet dibe."
- Daxwaze ji bo ilmihala bi kurdî
Miftiyê Navçeya Haliyeyê Îbrahîm Halîl Okullu jî bi kurdî daxuyanî da û got çapkirina Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî xizmeteke mezin e.
Okullu diyar kir ku ji xeynî Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî ilmihala bi kurdî jî were derxistin û wiha got: "Digel vê divê ilmihala bi kurdî jî were çapkirin. Daxwaza me ev e."
Sumeyye Yildiza ku Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî dixwîne kêfxweşiya xwe diyar kir û got sipasiya yên ku Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî derxistine dikim.