Türkan Tosun
03 Hezîran 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
SÎÎRT
Li Sêrtê jineke ducanî ya ku ji bo biwelide dibirin nexweşxaneyê di rê de welidî.
Li gor agahiyan li navçeya Baykanê dema sanciyên Nuray Yildizê (24) zêde bûn, mêrê wê xwest ku wê bibe Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Di rê de sanciyên Yildizê her ku çû zêde bûn. Eqrebayên Baykanê caw dan doxtor Ahmet Yildizbakanê ku di Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê de dixebite.
Doxtor Yildizbakan û tîma 122yê hatin cihê ku Nuray Yildiz lê ye û Yildizbakan bû alîkar ku ew biwelide.
Piştî welidandinê ji bo tevdîrê Yildiz rakirin nexweşxaneyê.
Yildizbakan got wî di rê de hewl da ye ku Yildiz bê pirsgirêk biwelide û wiha axivî: "Rewşa dayikê û dergûşê baş e."