Önder Beyter
03 Hezîran 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ku taviya bibirqetav wê were.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, li herêmê hewa wê nîvesayî û pêra pêra pir ewrayî be. Dîsa tê texmînkirin ku li piraniya herêmê taviya bibirqetav wê were.
Li herêmê germahî wê di asta pileyên demsalê da be û ba jî wê ji hêla rojhilat û bakurê rojhilat va nerm, lê di dema taviyê da jî bihêz rabe.
Bi şev pileya hewayê ya herî nizim li Erzirom û Qersê 6, li Erdexanê 8, li Agirî û Erzinganê 9 û li Îdirê jî 14 pile hat pîvan.
Bi roj jî pileya herî bilind a germahiyê tê texmînkirin ku wê li Îdir û Erzinganê 25, li Agiriyê 21 û li Erzirom, Qers û Erdexanê jî 20 pile be.
Di 24 saetên dawîn da ji bo mêtrokareyekê li Erziromê 12,3, li Agiriyê 9,1, li Erzinganê 7, li Qersê 6,4, li Erdexanê 4,5 û li Îdirê jî 1,7 kîlogram baran barî.