Haydar Şahin
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
ŞANLIURFA
Li Herana Şanliurfayê ya ku di nav ciyên herî dîrokî yên dinyayê da cî digre di kolanan da hemameke ku tê gotin di sedsalên 12-13an da hatiye çêkirin hat dîtin.
Kolanên li Herana ku ji 6 hezar sal beriya mîladê vir da lê jiyan heye û ji Asûriyan û Emewiyan ra payextî kiriye, dewam dikin. Di kolanên îsal da xîmekî biqube ya ku 900 sal berê di heyama Eyûbiyan da hatiye çêkirin hat dîtin.
Prof. Mehmet Onalê serokê Kolana li Heranê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku potensiyela herêma Heranê girîng e û ji bo ku vê derxin holê bi baldarî dixebitin.
Onal destnîşan kir ku di kolana qatê duduyan a Îçqale-Sarayê ya li Heranê da hemameke 3 qubeyên wê hene dîtin, di hemama ku dewra Zengiyan û Eyûbiyan da hatiye çêkirin da odeyên sarî, hênikî û germiyê û beşa kulhanbegiyan bi tevahî derxistin holê û wiha pê da çû:
"Hemama Îçqale Sarayê 3 qubeyî ye. Qismekî qubeyan û tevahiyê dîwarên hemamê gihîştine dema me. Di odeya sariyê da kanî, hewz û nîş hene, di odeya hênikiyê da kanî, sewkiyên ji kevir hene, di 2 odeyên germiyê da jî xelwet, kurin, kungên ava germ û sar hene. Îbnî Şedadê ku di sedsala 13an da li Heranê geriyeye qala 14 hemaman dike. Me ji wan 2 hemam di kolanan da derxistin holê."
Mehmet Onal got dizanin ku di wê demê da Nûreddîn Mehmûd Zengiyê Begê Zengiyan û Selaheddîn Eyûbiyê Siltanê Eyûbiyan hatine Heranê û wiha axivî: "Dibe ku Nûreddîn Mehmûd Zengiyê Begê Zengiyan û Selaheddîn Eyûbiyê Siltanê Eyûbiyan jî di hemamê da serê xwe şûştibin."
Onal diyar kir ku ew ê sala pêşiya me jî xebatên kolanê bidomînin, bi projeya ku çêbikin va ziyaretvanê bikaribin hemam, salon û şiklên heywanan ên ku li ser keviran hatine çêkirin bibînin.