Nihat Kavşut
20 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2019
Li Qersê heywandar û welatiyên ku havînê diçin zozanan kar û barên xwe yên li zozanan dewam dikin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê heywandar û gundiyên ku di mehên Gulan û Hezîranê ji bona pez û dewarên xwe biçêrînin derdikevin zozanan kar û barên xwe yên li zozanan jî didomînin.
Heywandarên ji Kuyucuka gundê navçeya Arpaçayê ji bona pez û dewarên xwe biçêrînin derdikevin zozanên ku ber û berekata wan zêde ye û li wir jî her roj kar û barên xwe didomînin.
Zozanvan ji ber ku ava vexwarinê tuneye her roj ber destê sibehê bi fayton û traktoran ava vexwarinê tînin.
Welatî ji bona heywanên xwe av bidin li zozanan lîçan çêdikin û jin jî kateyên ku li tenûrê dixin çêdikin.
Ji gundiyan Mikaîl Ayaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir heywanên xwe bi saya lîçên çêdikin ava didin û ava vexwarinê jî ji gund tînin.
Ayaz diyar kir dema ava vexwarinê tînin ber destê sibehê zû şiyar dibin û derdikevin rê û wiha axivî: "Em ber destê sibehê di 6an da şiyar dibin û piştî rêwîtiyeke ku 12-13 kîlomêtro diajo em avê tînin zozanan."
Ji welatiyan Narîn Pariltiyê destnîşan kir li çend ciyên zozanan tenûr hene û got ku di rojên hatine eşkerekirin da em bi hev ra nan li tenûrê dixin.
Paraltiyê destnîşan kir li zozanan kate lêdixin û got ku em kateyan didin şivanan û wexta mêvan tên jî em li ber çayê datînin.
Îsmaîl Ergun jî diyar kir li zozanan dema hewa zehf germ dibe heywan dikevin lîçan û wiha got: "Heywan di lîçan da him xwe hênîk dikin û him jî av vedixwin."