Ahmet Aydın
19 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2019
Di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) de, Tunela Surûcê ku li Tirkiyeyê mezintirîn, li dinyayê jî li rêza 5an e, li herêmê ji bajêr ber bi gundan koça bervajî da destpêkirin.
Hejmarek gele welatiyên ku li Deşta Surûcê dijîn, berî nuha nêzîkî 30 salan ji ber sedemên weke vekişîna asta ava bin erdê û zêdebûna bêkariyê ber bi navenda bajêr û wîlayetên derdorê koç kirin.
Bi sedan cotkarên ku bi mebesta dîtina kar koçî wîlayetên derdorê kiribûn, piştî kişandina avê bo deştê, bi saya çêkirina Tunela Surûcê ku li Tirkiyeyê mezintirîn, li dinyayê jî li rêza 5an e, dubare dest bi vegera malbavanan kirin.
Cotkarên Surûcî ku bi dirêjahiya salan hisreta avê kişandin û ji ber vê jiyana wan di nava zehmetiyê de dibuhurî, bi saya GAPê hilmeke rehet sitendin. Bi vê projeyê îdi 562 hezar û 950 dekar erezî gihişt avê û ji bo bi hezaran kesî bû deriyê kar.
Rêveberê Navçeyê yê Çandinî û Daristanan Mehmet Murat Yahlizade ji nûçegihanê AAyê re axivî û got li herêmê berî nuha ji ber bikaranîna zêde avên bin erdê qediyabûn.

Yahlizade anî ziman ku piştî projeya avdanê ya GAPê kete rewacê îdî serdama çandiniya avî dest pê kir û wiha pê de çû:
"Piştî dewleta me û hikûmeta me piştevaniyên çandiniyê xistin berîneya planan de teşwîqê dest pê kir. Bi vê teşwîqê re îdî berhemên ku dahata wan a aborî zêde ne derketin pêş. Welatiyên me bi dereceya yekê îdî dest bi çandina pembo û sebseyan kirin."

- "Avê deşt bi temamî guhert"
Endazyarê Çandiniyê Fahri Yagmur anî ziman ku bi hatina avê bo navçeyê sîmaya navçeyê guheriye û got, "Av jiyan e, piştî ku av hat Surûcê her tişt guherî. Berê li gundan ji sedî 10ê gundiyan cotkarî dikir nuha av ast ji sedî sed e. Welatiyên ku berî nuha ji bo kar neçar mabûn çûbûn derveyî bajêr, ji sedî 80yî wan vegeriya û îdî li ser axa xwe "dixebitin.