Jiyan

Kartola binevşî bû berê nû yê Deşta Pasînlerê

Tevhid Furkan Nehri  | 31.10.2024 - Rojanekırın : 02.11.2024
Kartola binevşî bû berê nû yê Deşta Pasînlerê Pasinler Ovası'nın yeni ürünü mor patates oldu

Erzurum

Li Deşta Pasînlerê ya Erziromê kartola binevşî cara ewil hat danîn û derxistin.

Di encama xebatên Borseya Bazirganiyê ya Erziromê da kartolên binevşî ji bo ceribandinê li Deşta Pasînlerê li ser nêzî 7 donimî hatin danîn û axa deştê li kartolan hat.

Kartolên binevşî ku çavkaniya karbonhîdrat, potasyum, vîtamîna Cyê, asîta folîkê û demir e, hatin derxistin û komkirin. Ev kartol ji bo antîoksîdanan feydeya laşê mirovan, rastî eleqeyê tê.

Serokê Borseyê Hakan Oral ji nûçegihanê AAyê ra got ku Deşta Pasînlerê di warê kartolan da xwe îsbat kiriye, ew li bendê ne ku zêdetir cotkar kartolên bivevşî daynin.

Oral daxuyand ku kartolên binevşî seba herêmê bereke nû ye û wiha dewam kir, "Kartolên binevşî îsal li ser 7 donimî hat danîn, wê saleke din herî kêm derket 10 qat, 100 qatî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.