Li Herêma Rohjihilatê Anadoluyê germahiya hewayê herî kêm bi di bin sifirê da 12 pileyî ve li Qersê hat pîvandin û li herêmê barîna berfê dewam dike.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin bidestxistin, herêm ketiye tesîra hulmegura bilind a ku ji Sibîryayê tê, li bendê ne germahiya hewayê dakeve.
Li herêmê germahiya hewayê bişev li Hekariyê di bin sifirê da 1, li Wanê di bin sifirê da 2, li Ezircanê di bin sifirê da 3, li Mûş û Îdirê di bin sifirê da 4, li Bidlîsê di bin sifirê da 5, li Erzirom û Erdexanê di bin sifirê da 9, li Agiriyê di bin sifirê da 11 û li Qersê di bin sifirê da 12 pile hat pîvandin.
Wer tê texmînkirin ku germahiya hewayê biroj li Erdexan û Qersê di bin sifirê da 1, li Erziromê 0, li Bidlîs û Agiriyê 2, li Hekariyê 3, li Mûşê 4, li Wan, Îdir û Ezircanê 5 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Bidlîsê 23, li Mûşê 14, li Wanê 10, li Erziromê 7, li Agirî, Erdexan û Qersê 4, li Çiyayê Kopê 15, Palandokena navenda xweşiqitandinê 33, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 26, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 40 santêm hat pîvandin.
Rayedaran gatin dibe ku li herêmê mij û cemed çêbe ji ber vê yekê dibê welatî baldar bin û tevdîrên xwe bigrin.
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê camên xanî û dikanan qeşayî girtin. Welatiyan bi betaniyan ser erebeyên xwe girtin.
Ekîbên şaredariyan ji bo paqijkirina berfê xebatên xwe didomînin û xoy davêjin li ser rêyan.
- Rêya 216 gundan hat girtin
Ji ber barîna berfê li Bidlîsê rêya 116 gundan, li Mûşê rêya 8 gundan, li Wanê rêya 43 gundan, li Erziromê rêya 47 gundan, li Îdirê jî rêya 2 gundan hat girtin. Ekîbên paqijkirina rêyan ji bo ku rêyên gundan vekin dixebitin.