Önder Beyter
08 Tebax 2019•Rojanekirin: 10 Tebax 2019
Li Îdirê "kerxurê piçûk" ku wekî birîndar hat dîtin û li ser nesla wê xetereya qelandinê heye, tê dermankirin.
Li navçeya Tuzlucayê welatî Mahmut Calayir rastî kerxurê piçûk ê birîndar ku di lîsteya navneteweyî ya ajelên tên parastin da ye, hat.
Kerxurê birîndar ku li gorî tê zanîn li Tirkiyeyê li Îdir, Bolu û Artvînê dijîn, radestî Midûriyeta Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî (DKMP) ya Îdirê kirin.
Peywirdarên DKMPya Îdirê midaxaleya pêşîn ya kerxurê birîndar kirin û herwiha eşkere bû ku tedawiya mayîn ya kerxur dê li Navenda Tedawî û Rehabîlîtasyona Jiyana Kovî ya Zanîngeha Qers Qefqasê dewam bike.
Herwiha hat destnîşankirin, piştî tedawiyê jî kerxur dê were berdan ku biçe li jîngeha xwe bijî.