Haydar Şahin
08 Tebax 2019•Rojanekirin: 10 Tebax 2019
Di turnuvaya "Fitbola Di Navbera Gundan Da" ya Şaredariya Erentepeya bajaroka Bulanixê li dar xistibû da Erentepe Belediye Spor bû şampiyon.
12 taxim beşdarî turnuvaya Dîlever Kesîkê Şaredarê Erentepeyê li dar xistibû bûn û werzişvanan têkoşîneke mezin dan.
Di turnuvayê da Lîz Spor û Erentepe Belediye Sporê derketin pêşbirka fînalê û Erentepe Belediye Spor bû şampiyon.
Şaredar Kesîk daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji bo ji dostî û biratiyê ra bingehê amade bikin turnuva li dar xistin.
Keskîn got ku turnuva bi xweşî û dostî hat temamkirin û wiha pê da çû: "Wekî Şaredarekî ciwan ez ê her tim li cem ciwanan bim. Fitbol merivan nêzî hev dike. Ez 12 taximên beşdarî turnuvayê bûn pîroz dikim. Em ê vê turnuvayê her sal li dar bixin. Bawwer dikim ku di turnavyên salên pêşiya me da hejmara taximan ew ê zêde bibe."
Amirên saziyan, miztar û alîgirên taximan pêşbirka fînalê temaşe kirin.