Haydar Şahin
06 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2019
Li Erzincanê ava ji quntara Çiyayê Munzurê tê ji 40 mêtre bilindahiyê ra ji Şirşirnega Girlewikê ra dirije. Hewaya li herêma şirşirnegê hênik e û tebîeta wê jî gelekî xweş e. Kesên ji stresa bajêr direvin û ji germahiyê aciz dibin berê xwe didin vê derê.
Ava 9 çemên li quntara Çiyayê Munzurê digihêjin hev ji Şirşirnega Girlewikê ya li Kalecika gundê 35 kîlomêtre li dûrî navendê ra diherike. Şirşirneg zivistanê dicemide û havînê jî dibe gurîniya ava wê û ziyaretvan li ber vê xweşikahiyê hejmetkar dimînin.
Ji ber ku hewa germ bû kesên dixwazin ji stresa bajêr dûr bikevin û di nav tebîetê da dema xwe derbas bikin tên li dor Şirşirnega Girlewikê bîna xwe didin û di nav hênikahiyê da rûdinin.

Gelek ziyaretvan ji bo li wê derê wêneyên xwe û yên herêmê bikişînin tu dibê dikevin rêzê û ji aliyekî va jî seyranê dikin.
Ahmet Lîmenciyê ji bo kurê xwe ziyaret bike bi Fatma Lîmenciya xanima xwe ra ji Kilîsê hat Erzincanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Şirşirnega Girlewikê bi rastî bêhempa ye, şaş û metel man.
Lîmencî got dema ji bo ziyareta kurê xwe yê li bajêr wezîfeyê dike hat gelê herêmê jê ra got ku şirşirnegê bibîne û wiha pê da çû:
"Ji bo kurê xwe ziyaret bikin em hatin Kemaha navçeya Erzincanê. Ji me ra gotin ku teqez şirşirnegê bibînin. Em jî bi malbatî hatin vê derê. Min texmîn nedikir ku şirşirneg evqasî xweşik be. Hewaya vê derê hênik e û rihetiyê dide merivan.
Ummugulsum Îçera ziyaretvan jî got cara ewil e ku tê vê derê û wiha axivî: "Şirşirneg bêhempa ye û zehf xweşik e. Her alî kesk û hêşin e û hewa jî hênik e. Gelê vê derê dostxwerîb e û herêm zehf xweş e. Ez ji Qeyseriyê hatin vê derê lê dibê her kes were vê derê bibîne."