22 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 15 pileyî va li Erdexan û Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, bişev germahiya hewayê li Tûnceliyê di binê sifirê da 1, li Erzincanê di binê sifirê da 2, li Îdirê di binê sifirê da 4, li Agiriyê di binê sifirê da 6, li Erziromê di binê sifirê da 7 li Erdexan û Qersê di binê sifirê da 15 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku hewayê li herêmê ewrsayî û ewrawî be, wek mayîn li Erzirom û Erzincanê car caran berfê bibare, li Erdexanê bişev berfê bibare.
Tê texmînkirin ku biroj germahiya hewayê li Îdirê 7, li Erzincanê 5, li Tûnceliyê 1, li Agiriyê 0, li Erziromê di binê sifirê da 2, li Qersê û Erdexanê di binê sifirê da 3 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 46, li Erziromê 20, li Erdexan û Qersê 16, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 127, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 113, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 80, li Ergana Navenda Xweşiqitandinê 67 santêm hat pîvandin.
Ji berf û bagerê li herêmê di çûyîn û hatinê da tengasî derdikevin, rêya 66 gundên Erziromê, 61 gundên Erzincanê, 15 gundên Tûnceliyê girtî ye.
Ji bo vekirina rêyên girtî ekîbên şaredariyan û yên îdareya taybet a bajaran bênavber dixebitin.