11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2015
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê kevirê ku ji çiyê qetiya di ser malekê da ket.
Malbata Cîndal dema ku li mala xwe ya li Axaçliya goma Onbaşilara gundê Yuksekovayê rûdiniştin kevirekî ku ji çiyê qetiya tot bû dîwarê mitfaxê hilşand û kete mala wan.
Ji ber kêvir di malê da zirar çêbû. Di wê demê da malbat di odeyeke din da rûdinişt û tiştek bi tu kesî nehat, gelek eşyeyên li salon û mitfaxê belabelayî bûn.
Nursel Cîndala xwediya malê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku dema ku kevir kete malê ew û 2 zarên wê di odeyeke din da bûnê û wiha axivî: "Bi carekê gurîniyek kete malê. Me hewl da ku birevin derva û me tu tiştek fehm nekir. Paşê em veriyan û me mêze kir ku mal hatiye vî halî."
Cîndalê destnîşan kir ku vê roja zivistanê zehf mexdûr bûne û li bendê ye ku rayedar alîkariyê bidinê, piraniya eşyeyên malê şikestin.
Pervîzhan Beşerê mixtarê gund got ji bo ku tiştek bi tu kesî nehat şa dibin û wiha axivî:
"Bi taybetî jî sarinc û televizyon û gelek amûr şikestin. Xwedê ji wan razî be gundiyan xwe pê re gihand. Aboriya malbatê baş nîne. Rewşa wan misaît nîne ku mala xwe temîr bikin. Jixwe xwediyê malê havînê şivantiyê dike wisa debara xwe dikin. Em ji hemû rayedaran hêvî dikin ku alîkariyê bidin malbatê. Qaymeqamê me di van mijaran da zehf hesas e. Heta îro di zirara hemû welatiyan da alîkarî da."