İbrahim Atmaca
14 Gulan 2020•Rojanekirin: 17 Gulan 2020
Li Diyarbekirê Murat Bayramê him endezyarê ziraetê û him jî li Navenda Perwerdeya Gel hîndekarê hoste ye, di konteynerê da çîçek û nebatan datîne û difroşe.
Murat Bayramê 27 salî 4 sal berê li Îzmirê ji Zanîngeha Egeyê Beşa Endezyariya Ziraetê mezûn bû û li heman zanîngehê weke şaxeke din perwerdeya seravaniyê hilda.
Bayram piştî perwerde û staja xwe vegeriya welatê xwe yê Bismila navçeya Diyarbekirê.
Bayram li Navenda Perwerdeya Gel li ser danîn û hilberîna nebatan dest bi dayîna perwerdeyê kir. Bayram bi piştgiriya Şaredariya Bismilê li baxçeyê navendê nebat danîn, lê ji ber ku heywanan zirar da nebatan, wî biryar da ku konteynereke kevin têxe atolyeya çandiniyê.
Bayram konteyner temîr kir û bi piştgiriya şaredarî û xwendekaran tê da nêzî 30 cureyên nebat û çîçekan datîne û mezin dike.
Bayram konteyner paşiya romorka traktorê va kiriye û carinan konteynerê bi xwe ra digerîne û dibe deverên cuda yên navçeyê û nebatan nîşanî mişteriyan dide.
Bayram dahata ku ji firotina nebatan tê, bi xwendekarên qursê ra parve dike.
Bayram daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew adeta bûye patronê karê xwe û bi dahata ku ji firotina nebatan tê va debara xwe dike.
Bayram diyar kir ku ew bi xwendekarên xwe ra di hefteyê da 7 rojan dixebitin û wiha dewam kir, "Piştî ku me konteyner xemiland û boyax kir, me anî navenda sûkê. Gelek welatiyan destek da me. Eleqeya gelê me li ser nebat û konteynerê zêde bû. Piştî ku min ev eleqe û rexbet dît, min berê xwe da çîçek û nebatên ku di hindur û derva tên danîn û xwedîkirin."
Bayram got ku bihayê çîçek û nebatên ku ew di konteynerê da datîne, di navbera 20 û 140 lireyî da diguhere û wiha dewam kir, "Gelek welatî dixwazin, em xwe pê ra nagihînin. Çi çûye maliyetê em wisa didin merivan. Em dixwazin ku eleqeya li ser çîçek û siruştê zêde bibe."