Haydar Şahin
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
BOLU
Kundirên Îsmaîl Şîmşekê li Yenîçaxaya navçeya Bolûyê cotkariyê dike 30-50 kîlo tên.

Kundirên ku Şîmşekê ku li Doxanciya gundê Yenîçaxayê jiyana xwe didomîne avêtibû zeviya xwe zehf mezin bûn. Giraniya kundiran gihîşte 30-50 kîloyî û kesên kundiran dibînin şaş û metel dimînin.

Şîmsek di daxuyaniya xwe da got dilê wî xwestiye ku îsal kundiran bavêje zeviya xwe û wiha pê da çû: "Kundirê min ê herî giran gihîşte 52 kîloyî. Çaxê min kundir dîtin şaş û metel mam. Min jî fehm nekir ev çima evqasî mezin bûn."