21 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2015
Li gundê Uçdereya Mûşê çinîna kundiran dest pê bikir.
Maşallah Yildirakê ku li gundê Uçdereyê çandiniya kundiran dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku îsal di eraziyekî 25 dagarî da kundir ajotiye.
Yildirak destnîşan kir ji ber ku îsal hewa germ bû kundir baş çênebûn û got ku îsal qederê 30 ton kundir hat û wiha dewam kir: "Nêzî 10 salan e ez kundiran diajom. Îsal wekî salên berê kundir çênebûn. Ji ber ku hewa germ bû kundir baş çênebûn. Salê kundirek 25-30 kîlo diavêt, lê îsal 15-20 kîlo diavêje. Ji bo zivistanê em ê kundiran veşêrin."
Yildirak diyar kir ku kundir bi gelemperî di zivistanê da tê xwarin û got ku kundir zehf ber xwe didin û xera nabin û wiha dewam kir: "Welatî kundiran dikirin û ji bo zivistanê vedişêrin. Ji bo rîçal, tolme û şîrînahî tên emilandin. Kundirek 5 lire ye."