18 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Mukaddes Gunak a dayika Ahmet Oktay Gunakê 11 salî yê ku di êrîşa terorî ya li Wêranşehra navçeya Şanliurfayê da şehît ket got: "Kurê min çû cinetê bila ew xwe bifikirin. Min şehîtek da."
Malbata Gunak cinazeyê şehîtê xwe Ahmet Oktay Gunak piştî otopsiyê ji Saziya Tipa Dadî ya Şanliurfayê hildan.
Gelek nas, dost û xizmên malbata Gunak hatin ber saziyê û li ber derî hewar kirin.
Dayika 26 salî ya dikir qîrîn û hewar û digot "Bila Welat Sax be" û giriya û got: "Du ewladên min ên din jî hene. Ez wan jî şehît didim bila dilê wan xweş nebe. Agir bi kezeba min ket. Înşeallah agir bi wan jî bikeve."
Mukaddes Gunakê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Xwedê bela wan bide. Înşeallah zarokên wan jî wek zarokên me bibin. Ez ne poşman im, min şehît da. Kurê min çû cinetê bila ew xwe bifikirin. kezeba min diperite ez dayika şehît im."