ŞANLIURFA
Li Wêranşehra navçeya Rihayê ji ber birîna ceyranê û hewaya germ cimaet nimêja terawihê li ser banê mizgeftê dike.
Li Mizgefta Golbaşiyê ya navçeyê ji ber ku ceyran tê birîn klîma bi rêkûpêk naxebitin, ji ber vê jî cimaeta mizgeftê biryar da û nimêja terwaihê li ser banê mizgeftê dikin.
Nûnerê Navçeyê yê Diyanet Senê û Miezînê Mizgefta Golbaşiyê Faruk Çetînkaplan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku klîma bi rêkûpêk naxebitin û ji ber germê nikarin di mizgeftê de nimêj bikin û got ku ji bo cimaet bi rehetî nimêj bike biryareke wiha wergirtine.
Cimaet û welatî jî ji ber vê biryarê kêfxweş in.