Haydar Şahin
14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
GAZÎANTEP
Du kusiyên Feratê yên ku cisnê wan li ber tunebûnê ye li rexê Çemê Feratê birîndar hatin dîtin, li Hewşa Heywanan a Gazîentabê hatin dermankirin û berî tebîetê dan.
Celal Ozsoylerê Serokê Daîreya Parastina Jiyana Tebiî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Kusiyên Feratê yên ku navê xwe ji herêma lê dijîn hildane di bin parastinê da ne.
Ozsoyler destnîşan kir ku wezîfedarên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê du kusiyên ku welatiyan li rexê Çemê Feratê birîndar dîtibûn anîn baxçeyê heywanan û li vê derê hatin kontrolkirin û got ku hesinê mîsînaya masîgirtinê ketibû devê herdu kusiyan.
Ozsoyler diyar kir ku beytaran hesinê di devê kusiyan da derxistin û piştî dermankirinê berdan jiyana tebiî.
Ozsoyler bal kişand ku ev kusiyan zêde nayên dîtin, hejmara wan kêm e, dibê welatiyên ku di çêm da masiyan digrin bala xwe bidin ser û van tiştan nevêjin çêm.