29 Adar 2016•Rojanekirin: 30 Adar 2016
ANKARA / HELEB
PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê ye ji bo Cerablûsa li rojavayê Çemê Feratê dikeve û di bin kontrola DAEŞa rêxistina terorê de ye bidestbixe niha amadehiyên “operasyona Munbîçê” dike.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan rêxistin di demeke kurt de bi navê “Operasyona Munbîçê” ve wê dest bi êrîşan bike. Munbîç bi qasî 40 kîlometreyî ji Cerablûsa ku sînorê wê bi Tirkiyeyê re heye dûr e.
Çavkaniyan ragihand ku balafirên şer ên koalîsyonê bi pêşîkêşiya DYAyê ve duh seranserê şevê derdora bendava Tişrînê, bajaroka Ebû Kalkala Helebê û xetên eniya PYD-DAEŞê yên li başûrê Cerablûsê bombe kirin.
Hat ragihandin ku PYDê li bajaroka Sirrînê ya rojhilatê perava Firatê dikeve dest danî ser 5 embarên cebilxaneya DAEŞê ku tê de moşekên condordê yên tank pê tên îmhakirin.
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku PYDê bi eşîrên ereb û tirmen ên li herêmê ne re axivî û ji bo DAEŞ ji Munbîçê bê derxistin teklîfa şirîkatiyê li wan kir lê hat gotin ku ji ber baweriya eşîran bi rêxistinê tuneye xwe nedan ber pêşniyaza PYDê.
Hêzên PYDê di rêbendana 2015an de bi piştgiriya hêzên koalîsyonê ve Kobanê (Ayn el-Arab) û di gulanê de jî Girê Spî (Tel Abyad) ji DAEŞê sitendin. PYDyê bi vê rêyê sînorên Heseke û Kobanê gihand hev û ji bo armanca xwe ya din dest bi amadehiyan kir. Rêxistin niha jî dixwaze ji ser xeta Ezez-Cerablûsê pêşve biçe Kobanê û Efrînê bigihijîne hev.
Di vê çarçoveyê de PYD ev demeke dirêje dixwaze ku ji her du aliyên xeta Ezez-Cerablûsa bakurê Helebê ya ser sînorê Tirkiyeyê ku tê plankirin wek herêma ewle bê îlankirin pêşve diçû. Rêxistinê di 27ê kanûnê de piştî êrîşa balafirên koalîsyonê yên bi pêşîkêşiya DYAyê ve Bendava Tişrînê ya li ser Çemê Feratê ji deste DAEŞê sitendin. Piştî wî jî hêzên di bin kontrola PYDê de heta herêma Ebû Kalkalê ku 9 kîlometre ji Bendava Tişrînê dûre çûn.
DAEŞê li vê dere li ber xwe da û PYDê jî hêviyên ji bo sitendina Munbîçê bi piştgiriya hewayî ve girêda. Hêzên girêdayiyê rêxistinê li herêmê baregehan ava dikin û cebilxaneyên xwe stok dikin lê ji ber hişyariyên ku bila PYD pêşdetir neçe DYAyê piştgiriya ku dida heta demekê taloq kir.
Rêxistin heke bigihîje armanca xwe hakimiyeta wê ji sînorê bakurê rojhilatê Sûriyeyê wê dest pê bike û seranserê sînorê Tirkiyeyê heta hemberî Reyhanliyê wê bê. Heke ev yek pêk bê têkiliya di navbera Heleb-Tirkiyeyê de jî wê kuta bibe.
Rojnameya The Tîmesê ya Îngiltereyê pêr nivîsîbû ku DYA dixwaze DAEŞê ji Munbîçê derxe û hêzên PYDê di wir de bi cih bike.
Di vê navberê de hêzên girêdayiyê PYDê ev dur roje ku li Ezeza navçeya Helebê êrîşên xwe yên ser eniyên muxalifan jî zede kirin.
Rêxistin ji bo li her du aliyên xeta Ezez-Cerablûsê pêş bikeve bi kontrol ji Efrînê êrîşî ser Ezezê dikir. Di encama van êrîşan de gundên Marangaz û Mînnîgê û navçeya Tel Rifatê ya kul i rojhilatê Efrînê dikevin, meha borî ketibûn bin kontrola rêxistinê.