25 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
ANKARA
Wezareta Karên Derva daxuyand ku 60 endamên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yên ku li hember têkoşîna rêxistina terorê DAEŞê de birîndar bûne, li Enqereyê di nexweşxaneyên kamuyê de tên dermankirin.
Wezaretê got ku Herêma Kurdistana Iraqê di meha tebaxê de li Hewlêrê di civînên dîplomatîk de ji Tirkiyeyê alîkarî xwestine ku endamên hêzên ewlehiyê yên ku di pevçûnên li hember DAEŞê de birîndar bûne û derfeta wan tune ku li HKIyê bên dermankirin, bila li Tirkiyeyê bên dermankirin.
Hat gotin ku perê rêya 60 endamên hêzên ewlehiyê û eqrebayên ku bi wan re hatine ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye dayîn û tedawiya wan jî wê ji hêla Tirkiyeyê ve bê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye li hember hemû terorê ye, ji bo ku aştî û îstiqrar çêbibe wê alîkariya aktorên herêmî û navneteweyî bike û wê hevkariya xwe bidomîne.