İbrahim Atmaca
20 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2019
Hat ragihandin ku li 7 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê ewrsayî û dem bi dem ewrayî be.
Li Erzirom, Tuncelî, Erzincan, Erdexan, Qers, Agirî û Îdirê piştî nîvro tavî û teyrok wê çêbe û heta nîvê şevê wê bi navber dewam bike.
Li herêmê germa hewayê li gor demsalê ye.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 2, li Erdexanê 4, li Agiriyê 6, li Erziromê 7, li Îdirê 8, li Tuncelî û Erzincanê 10 pile hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Tuncelî, Îdir û Erzincanê 23, li Agiriyê 20, li Erzirom, Erdexan û Qersê 19 pile tê payîn.