ERZURUM
Li Erziromê komekê xwest bikeve qada mitînga li Meydana Îstasyonê û bi keviran êrîş bir ser hin wesayîtan. Polês midaxeleyî komê kir.
Du kes bi panelwana ku plaqeya wê 25 PA 894 e va çûn qada mitîngê ya li Meydana Îstasyonê û li ser rêya Senayiyê di lehê rêxistinê de dirûşime bilind kirin, tevî alaya rêxistina terorê alaya HDPyê vekirin.
Li senayiyê komeke esnafan bertek nîşan da û bi dar û kevir êrîş birin ser wesayîtê, alayên li ser rakirin û şewitandin.
Du kesên di wesayîtê de ji aliyê polêsan ji qada bûyerê hatin dûrxistin û di midaxeleyê de yek jê polês 3 kes birîndar bûn.
Di vê navberê de li tanga rêya Mîgrosê jî komeke di destê wan de alayên tirk digel dirûşmeyan xwestin bikevin qada mitîngê. Polês bi TOMAyê av pekande koma ku xwest bariyelan hilweşîne û derbasî qadê be.
Midûrê Emniyeta Bajêr Kamîl Karabork hewl da koma ku bariyel hilweşand îqna bike da ku dawî li çalakiya xwe bînin. Polês xaza îsotan bi kesên ku guh nedan hişyariyan wer kir.
Li ser hin kolanên din jî rageşî didome. Polês hewl dide koman belav bike.