Burak Özmercan
21 Îlon 2025•Rojanekirin: 23 Îlon 2025
Li Besniya navçeya Adiyemanê ciwanê ku ji bo hênikbûnê ket çem xeniqî.
Kemal Yedîkardeşê 26 salî yê ku li Qada Seyranê ya Su Gozuyê ya li Taxa Su Gozuyê ji bo hênikbûnê ket çem xetereya xeniqînê derbas kir, kesên hawirdor ciwan dîtin û xeber dan Navenda Bangewaziya Acîl a 112an.
Li ser îxbarê ekîbên cendirme, tenduristî, UMKE û AFADê şandin herêmê.
Ekîban di lêgerînê da cenazeyê Yedîkardeş dîtin.
Cenazeyê Yedîkardeş rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Adiyemanê.